• Sunday, 15 February 2026
logo

“50 hezar koçberên Şingalê li Rojava ne”

Gulan Media August 13, 2014 Nûçe
“50 hezar koçberên Şingalê li Rojava ne”
Cîgirê serokê desteya cîbicîkar ya kantona Cizîrê Hisên Ezam ragihand ku zêdetirî 12 hezar koçberên Şingalê li kampa Newroz li bakurê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi cî bûne.

Hisên Ezam di kongreyeke rojanmevaniyê de ku duh, 12ê tebaxê, li nav kampê hat lidarxistin, aşkere kir ku nêzîkî 50 hezar koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê hene, ji wan zêdetirî 12 hezaran li kampa Newrozin.

Ezam diyar kir ku xelk û rêveberiya herêma Cizîrê alîkariya koçberên Şingalê dikin, herwiha Komîsyona Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, nêzîkî 1500 pakêtên xwarinê û 96 çadir li kampa Newrozê belav kirine.

Hisên Ezam bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên Şingalê bikin.

Rudaw
Top