Li ser çiyayê Şingalê helîkoptereke alîkariyê ket xwarê: 1 mirî, 22 birîndar
Jêderekî ji Rûdawê re got, duh dema helîkoterekê ku alîkarî biribû kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane re, kontrola xwe ji dest da û ket xwarê.
Li gorî agahiyên wî jêderî, di bûyerê de pîlotê helîkopterê jiyana xwe ji dest da û 20 kurdên êzîdî û parlamentera kurd a Iraqê Viyan Dexlîl û Yadigar Fazil Mîranî jî birîndar bûn.
Hat zanîn, birîndar bi helîkoptereke din rakirine nexweşxanê lê heta niha li ser rewşa wan ti agahiyek nehatiye belavkirin.
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Qasim Eta jî ragihand, helîkoptera ji curê Mi-17 ku alîkarî biribû çiyayê Şingaê ji ber kêşeyek teknîkî ket xwarê.
Rudaw
