• Sunday, 15 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir

Gulan Media August 12, 2014 Nûçe
Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir
Êvariya duh sêşem 12.08.2014 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li peywendiya telefonî da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka carekî din piştgîriya Hikûmeta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê ya li berengarbûna terorîstan de dupat kir, ku bi hevkariya hemû aliyek hêza terorîstan têk dişkînin. Her wiha destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne serkeftineke ber bi çav bi dest bînin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo wê piştgîriya ku pêşkêşî gelê Kurdistanê kirine spasiya xwe ji bo Serok Obama û birêz Biden û gelê Amerîka derbirî û soz da ku Herêma Kurdistanê li vê şera ku tûşî bûye bergiriyê li ax û xelk û hemû bihayên lêborînî û pêkvejiyan û azadiyê de bike.

Serok Barzanî eve jî ji bo Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka xisterû ku piştgîrî û hevkariya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hîmmet û hêzeke zêdetir daye gelê Kurdistanê.

Her li vê peywendiya telefoniyê da rewşa siyasiya Iraqê û rewşa emnî û serbazî ya Bexda hate nirxandin û her dû alî piştgîriya xwe ji bo vê proseya destûrî dûpat kir ku ji aliyê Serok Komarê Iraqê ve ji bo raspardina berbijêrê Serok Wezîrê Iraqê dest pêkiriye.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hêvî xwest hevpeymaniya Kurdistanê li gel hêzên dinê siyasiyên Iraqê ji bo damezrandina hikûmetekî giştgîr û hevbeşê rasteqîne ku hemû alî têda beşdar bibin dest bi guftugoyan bikin û Iraqê ji vê qeyrana niha derbas bikin.

Li beranber da Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê yarmetiya proseya siyasiya Iraqê dide bo ku Hikûmetekî şeraketî nîştîmanî bê pêkanîn ku dûr bê ji ezmûna şikestxwarinên berê.
Top