Nêçîrvan Barzanî serkeftina Erdogan pîroz kir
Serokwezîrê herêma Kurdistanê hêvî xwest ku, hilbijartina serokomar bi awayekî rasterast ji aliyê xelk ve bibe sedemê avêtine pêngavên lezîgntir ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bona pêşkeftinên zêdetir, guhertinên baştir di hemû waran de û têkeliyên Hewlêr û Enqereyê jî di vê qonaxê de di hemû waran de zêdetir pêşbikevin û pêvajoya aşitiyê û şareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê li jêr serokatiya birêz Erdogan bigehe serketinê.
Di wê peywendiya telefonî de, serokomarê Tirkiyeyê jî sipasiya birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir û got ku, Tirkiye jî dixwaze têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê zêdetir pêşbixin.
