• Sunday, 15 February 2026
logo

Berbuharî: 75 hezar koçberên Şingalê vegeriyane Başûrê Kurdistnê

Gulan Media August 12, 2014 Nûçe
Berbuharî: 75 hezar koçberên Şingalê vegeriyane Başûrê Kurdistnê
Koçberiya xelkê Şingalê û derdora wê berve Rojavayê Kurdistasnê berdewame û herwiha pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kuridstanê berve Başûrê kurdistanê ve jî berdewam e.

Rêvebirê xala sînorî ya Pêşhabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbuharî ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kurdistanê bê rawestan berdewam e.

Berbuharî ji Rûdawê re aşkere kir ku heta şeva borî, 63 hezar koçber di xala sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û diyar kir ku li gor vê pêvajoyê heta êvara îro, sêşemê, dibe ku hejmar koçberên ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibin bighêje 75 hezar koçber.

Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke rojnamevanî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku di van her du rojên dawî de, koçber êdî pez û sewalên xwe jî ligel xwe tînin.

Bi gotina vê çavkaniya taybet, anîna pez û sewalan nîşana wê yekê ye ku hejmara xelkê ku li devera Şingalê maye kêm bûye û riyên ku koçber didin ber xwe aramtir bûne.

Rudaw
Top