• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan bi serket û Demîrtaş bi pêş ket

Gulan Media August 11, 2014 Nûçe
Erdogan bi serket û Demîrtaş bi pêş ket
Eger ji sedî sed nebe jî lê kêmek maye ku hejmara dengên hemû sindoqan derkeve, ew jî rêjeyeke pir û pir kêm maye, li gor encamên van dengan, rêjeya beşdariya hilbijartinê vê carê ji sedî 75 bû, namzedê partiya AKPê Receb Teyib Erdogan bi rêjeya ji sedî 52 bi awayekî nefermî be jî lê li gor encamên hilbijartinê ew bû serokomarê 12emîn ya komara Tirkiyê.

Erdogan karî li 55 bajaran dengê herî zêde bi dest bixe, û namzedê partiya CHP û MHPê Ekemeledîn Îhsanoglu li 15 bajaran, û namzed û hevserokê HDPê Slahedîn Demîrtaş li 11 bajaran dengê herî zêde bi dest xistiye.

Eerdogan rêjeya herî bilind li bajarê xwe Rîzeyê bi dest xistiye, ew jî ji sedî 80 ye, û li bajarên Mereş, Meletye, Sêwaz, Konya,Aksaray, Çanikir Xerpêt, Duzce û Tirabzonê ji sedî 70 ji dengan xiste destê xwe.

Ekmeledîn Îhsanoglu li bajarê Yuzgatê ji sedî 33 ji dengan bir, û Erdogan ji sedî şêst û heft, û partiya CHPê li bajarê serokê xwe Kemal Kiliçdaroglu Dêrsimê ji sedî 34 û Demîrtaş li wir ji sedî 50 serkeftin bi dest xist, tenê MHPê dikarî li bajarê serokê xwe Devlet Bahçelî Osmaniya bi rêjeyeke pir kêm bihêle namzedê xwe Îhsanoglu bi ser bikeve, ew jî bi rêjeya ji sedî çel û heuşt point şêst li hember Erdogan ku ji sedî çel û heyşt û çel û pêlnc bi dest aniye, ew tê wê wateyê ku, ne nemzed Îhsanoglu û ne jî serokên partiyên ku piştgirî dane wî, dikarîn li bajarên xwe serkeftinan bi dest bixin.

Slahedîn Demîrtaş , gor hejmara dengan û rêjeyên dengadanê, dengê herî zêde li Tirkiyê wî li bajarê Şirnexê bi dest xistiye, ew jî ji sedî 83 poynt hefde, û li Colemêrgê ji sedî heyştî û yek point şêst bû, ew jî tê wateya ku bajarê Şirnex û Colemêrg bajarê yekemînin di Tirkiyê de ku ewqas rêjeyê deng dane namzedekî hilbijartinê.

Li gor piraniya siysetmedar,şirûvekar û rojnamevanan, herçend Receb Tayib Erdogan serkeftineke mezin bi dest xist ku ew serkeftina nehê ye di dîroka AKPê de û bû serokomar, lê Salahedîn Demîrtaş dikarî rêjeya dengên partiya xwe duqat bike,û li gelek bajarên Tirkiyê kudi hilbijartinên berê de,dengekî pir kêm dixistin destê xwe qat qat bilind bike, û dikarî vê carê deng ji xelkên Tirkiyê bi xwe jî bistîne.

Rudaw
Top