• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê kir

Gulan Media August 11, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê kir
Êvariya roja yekşem 10.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Se'dûn Dilêmî Wezîrê Bergiriyê Iraqê bi wekalet û şandekî li gel kir.

Li kombûnê da ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî û siyasiyên Herêma Kurdistanê amade bûn rewşa emnî û hengavên rûbirûbûna terorîstan ya li bereyên şer xistin ber behs û guftûgoyan. Her li vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevre bûn ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi karê hevbeş û palpiştiya cîhanî heye ji ber ku teror tehdîda hemû aliyek kiriye armanc û ji bo vê mebestê pêwîste hemahengiyeke tevahî li gel aliyan da hebê.

Di derbarê tehdîdên terorê ya li ser Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Bergiriyê Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistan û Hewlêr cîheke arame û nimûneyeke ji bo beşên dinê Iraqê û li hebûna her cûre tehdîdek li dijî Herêma Kurdistanê gumana xwe jî nîşanda û her wiha helwesta Herêma Kurdistanê li dijî terorê qehremanane wesif kir.

Top