‘Pêşmergeyan bi sedan hevwelatiyên Misrî li Mûsilê rizgar kirin’
Di vê derbarê de Konsolosê Misrê li Herêma Kurdistanê Silêman Osman got: ‘’Em gelekî sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin li beramber wê helwêsta ku pêşan da, herwiha bi sedan hevwelatiyên me ku li Mûsilê kar dikirin, ji destê DAİŞ’ê rizgar kirin.’‘
Silêman Osman helwêsta Hêzên Pêşmerge jî bilind nirxand ku karîne roleke girîng di şerê DAİŞ’ê de bibînin û wiha axifî: ‘’Bi rastî Hêzên Pêşmerge bi ruhekî gelekî bihêz li dijî çekdarên DAİŞ’ê şer dikin.’‘
Osman axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ez ligel çendîn karbidestên Herêma Kurdistanê axifî me û min gelekî sipasiya wan kiriye, herwiha min helwêsta Pêşmerge bilind nirxand ji ber ew ruhê li ba wan heye cihê rêzê ye.’‘
Basnews
