• Sunday, 15 February 2026
logo

Hilbijartinên Turkiye dest pê kir

Gulan Media August 10, 2014 Nûçe
Hilbijartinên Turkiye dest pê kir
Ev ji bo cara yekem e li Turkiye serokê komarê di rêya hilbijartinên rastewxwe ya hevwelatîyan de bihê hilbijartin.

Evroj 53 milyon dengder li Turkiye ber bi sindoqên dengdanê ve diçin û dê serok komar hilbijêrin. Sê kesan xwe kandîd kirine ew jî ev in: Receb Teyyib Erdogan kandîdê partîya Dad u Geşepêdan û Selaheddîn Demîrtaş kandîdê partîya Demokrata Gelan û Ekmeleddîn Îhsan kandîdê partîya Komariya Gel.


Evroj dê prosesa dengdanê li demjimêr 8î serê sibê heta 5î êvarî berdewam be û biryare piştî bidawî hatina dengdanê bi çend demjimêran encam bihên ragihandin.


Her kandîdek ji sedî 50 a dengan bi dest bixe, dê bibe serokê komara Turkiye, belê heger nikarin evê rêjeyê bi det bixin, gerek hilbijartin bihên dubarekirin.
Top