• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media August 9, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Îro şemî 09.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê şandekî li gel kir ku ji hejmarek Parlementerên Iraqî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Herêma Kurdistanê li dijî Da'îş û terorîstan û bi tundî şermezariya wan tawanan kir ku ji aliyê terorîstan ve derbarê xelkê Şengalê û dewrûbera wê hatiye encam dan. Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê jî kir ku penagehek ji bo koçberan û azadîxwazan û pêkhatên Iraqê li Kurdistanê dirust kiriye û eve jî rûn kir ku Da'îş bi tu awayek nûnerayetiya xelkê Ereb û Sûnne nake û tenê hejmarekî zêdeyê Ereb ji zulma Da'îş mal û mulkê xwe bi cîh hiştine û hêviya xwe bi Kurdistanê birine ew komek tawanbarin ku armanca wan têkdana jiyana xelk û birayetî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqe. Nûnerên parêzgehên Sûnnenişînên Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê bi Serok Barzanî ragihand ku ew koçberên Erebên li Kurdistanê da nîştecîhin amadene ji bo wê yekê ku şanbişanî hêzên Pêşmerge şerê dijî Da'îş bikin û navçeyên xwe azad bikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê rûdawên vê dawiyê û êrîşa terorîstan li ser Kurdistanê ragihand gelê Kurdistanê ji bilî wê yekê karesata mezina enfal û kîmyabarana li ser da hatiye lê belê tu demekî nexwest birayetî û pêkvejiyana li gel Ereban û yarmetiya wan Ereb û hemû pêkhatên din ku li navçeyê da dijiyan têkbiçê. Gelê Kurdistanê herdem şerê hikûmetên zalim kiriye û herdem li dijî netewe û xelkê medenî nebûye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku ew reftara ji aliyê hinek gundnişîn û hozên Erebî li Şengal û Rojhilata Musilê li dijî Pêşmerge û Kurdên Êzîdî hate dîtin cihê nîgeraniyekî zêdeye û dûr bû li çavervaniya me û tirsa ewe heye ku terorîst li wir da ser bikevin ku dijminayetiya navbera Kurd û Ereb dirust bikin. Peywîst bi wan Erebên koçber ku xwe spartine Kurdistanê Serok Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê destberdarê ehlaq û rewşta xwe ya bilind nabê û penagehek ji hemû sîtemlêkirî û lêqewimiyane û asayîşa koçberan parastî dibê.
Top