Brîtanya jî dê li çekdarên DAİŞ’ê bide
Hêjayê gotinê ye roja Pêcşema borî Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar da ku hêzên esmanî yên Amerîkayê pêgehên DAİŞ’ê bombardiman bikin û heta niha du caran balefirên şer ê Amerîkayê pêgehên çekdarên DAİŞ’ê li sînorê Mexmûr bombardiman kirine.
Qeymeqamê Qezaya Berdereş Serdar Yehya ku niha li cepheya şer a Xazir e, gotibû: ‘‘Bi piştîvaniya hêzên esmanî ku navçe bombardiman dikirin, çekdarên DAİŞ’ê li gundên Sehes Şam, Orgumas û Sêvdînan li ser qeraxa rûbarê Xazir derbeyên giran xwarin û paşde reviyan, zêdeyî 70 termên xwe bicîh hiştin û zêdeyî 5 Hummer û 14 otomobîlên din jî hatin şikandin û şewitandin.
Basnews
