• Sunday, 15 February 2026
logo

David Kameron derbarê Kurdistan û Iraqê de piştgiriya Obama kir

Gulan Media August 8, 2014 Nûçe
David Kameron derbarê Kurdistan û Iraqê de piştgiriya Obama kir
Serokwezîrê Birîtaniya, David Cameron piştgiriya welatê xwe bo biryara Serokê Amerîka Barack Obama ragihand, bi encamdana operasyonên azmanî li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê.

David Cameron ragihand ku pêwîste hemû cîhan alîkariya derbederên kurdên êzîdî li ser Çiyayê Şingalê bike, herwiha êrîşa çekdarên DAIŞê bi “Hovane” da zanîn û bi tundî jî şermezar kir.


Li gor daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî ya hikûmeta Birîtaniya hatiye belav kirin, Cameron dilgiraniya xwe ji rewşa xirab a Iraqê anî ziman û got: “Ez gelek dilgiranim ji rewşa êzîdiyên ku li ser Çiyayê Şingalê asê mane, piştî ku ji tirsa ji malên xwe revîn. Ji ber ku ew ji kuştin û serjîkirinê ditirsin eger ji serê çiya bên xwarê, lê ew rûbirûyê birçîbûn û tîbûnê dibin li ser çiya. Pêwîste cîhan alîkariya wan bike di demekê de ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”


Herwiha Cameron ragihand ku “Şeva borî Birîtaniya serpiriştiya civîna Encûmena Asayişa Navdewletî kir bo dîtina çareseriyeke navdewletî ji vê krîzê re.”


Navborî aşkere kir jî ku dê îro, 8ê tebaxê, Wezîrê Bergirî yê Birîtaniya serpiriştiya civîna Komîteya Lêkolînan a Krîzan bike li ser vê pirsê.


David Cameron ragihand jî ku wî daxwaz ji berpirsên komîteya navborî kiriye ku “Li hin çareyên bilez bigerin bo alîkariya zirarmedan, di nav wan de gihandina alîkariyê, ji xwarin û av û cihê mayînê, bo wan kesên li Şingalê.”


Di dawiyê de, Serokwezîrê Birîtaniya pêşwazî li biryara Serokê Amerîka Barack Obama kir, bi pejirandina daxwaza hikûmeta Iraqê bi pêşkêş kirina alîkariyan û encamdana operasyonên leşkerî eger pêwîst be, li dijî çekdarên DAIŞê bo rizgarkirina kesên sivîl ên li ser Çiyayê Şingalê asê mane.


Herwiha Cameron ragihand ku ew ligel Obama hevnêrîne li ser bergirî li bihayên ku her du welat baweriyê pê dikin di warê “Mafê azadî û rûmetê” de, bêy cudahiya baweriyên olî.


Vê sibê, Serokê Amerîka Barack Obama destûr da artêşa Amerîka ku eger DAIŞ ber bi Hewlêrê ve bê da lê bidin.

Rudaw
Top