Neteweyên Yekbûyî DAIŞ bi tundî şermezar kir
DENY li ser banga Fransayê, piştî êrîşên DAIŞê şeva borî “civîna awarte” pêk anî û rewşa Iraqê ya dawî nirxand.
Endamên DENYyê bi serokatiya Nûnerê NYyê yê Daîmî tê Birîtanyayê Mark L. Grant civiyan û daxuyaniyeke DAIŞê bi awayê “herî tund” şermezar dike weşandin. Di daxuyaniyê de wiha gotin:
“Tiştî ku DAIŞ dike, li dijî mirovahiyê sûc e û divê berpirsiyarên vê yekê hesabî bidin. Endamên DENYyê ji bo kesên ji lêkdanan ziyan dîtîn, daxwaziyê ji civaka navneteweyî dike.”
Ajansan ragihand ku, piştî civînê Nûnerê Birîtanyayê Mark L. Grant daxuyanî da rojnamevanan û got “Birîtanya ji bo rawestandina êrîşên DAIŞê yên li Iraq û welatên herêmê pêşnûmeyekê amade dike.”
Grant, got bi taybetî jî êrîşîn DAIŞê yên li dijî civakên xirîstiyan û êzidî endamên DENYyê hêrs kirin.
Rudaw
