• Sunday, 15 February 2026
logo

Diyaneta Tirkiyeyê ji bo êzidiyan bang li alema Îslamê kir

Gulan Media August 8, 2014 Nûçe
Diyaneta Tirkiyeyê ji bo êzidiyan bang li alema Îslamê kir
Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Mehmet Gormez, ji bo êzidiyên rastî êrîşên DAIŞê hatîn, bang li misilmanan kir: “Divê hemû misilman li hemberî vê hovaniyê dengê xwe bilind bikin.”

Gormez got, ne mumkin e ku Îslam, qirkirina kesan a ji ber baweriya wan pesend bike.

Mehmet Gormez, êrîşên DAIŞê bo Ajansa Anadoluyê nirxand û wiha domand:

“Ev muameleya ku li vî qewmê bi hezar salan e bi hevre dijîn tê kirin nayê qebûl kirin. Kesên ji beriya hezaran sal heta niha nasname û baweriya xwe parastî weke ji berê, îro jî perçeyekî şaristaniya me ne û ew di bin ewlayiya me de ne.”

Rudaw
Top