• Sunday, 15 February 2026
logo

Hevseroka KCK: Ev şer wê Kurdan bigihîne hev

Gulan Media August 7, 2014 Nûçe
Hevseroka KCK: Ev şer wê Kurdan bigihîne hev

Hevseroka konseya rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand ku ev pêvajo ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de ev şer wê roleke mezin bilîze.

Di çavpêkeftinekê li gel kanala stêrk TV`yê Besê Hozat der barê êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şamê (DAIŞ) ên li Rebîa, Şengal û Mexmûrê de axivî û got: "Ev dem ji bo Kurdan dîrokî ye. Ev şer wê Kurdan bigihîne hev. Di afirandina yekîtiya Kurdan de wê roleke mezin bilîze.

Hozat destnîşan kir ku HPG û YJA STAR bi hêzên pêşmergeyan re xeteke hevpar a parastinê ava kirine.

Besê Hozat ragihand ku ji bo yekîtiya neteweyî wan berê jî gelek caran bang kirine û anî ziman ku di 10'ê Hezîranê dema dagikirina Mûsilê û di Tebaxê dema dagirkirina Şengalê de jî ev banga xwe dubare kirine.

Li dawiya axaftina xwe de Hozat cext li wê yekê jî kir û got:"Ji destpêkirina dagirkeriya Şengalê û pê ve me banga xwe dubare kirin. Niha li xeta Mexmûrê di vê mijarê de gavên pratîkî tên avêtin."

ANF
Top