Demirtaş: Gelê kurd dê DAIŞê bavêje
Selahattin Demirtaş piştî mitînga Wanê derbasê Adanayê bû û bang li gelê bajêr kir
Demirtaş di axaftina xwe de piranî behsa rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) kir û got: “ Ez DAIŞê ku rojhilatanavîn dike gora gelan, hovîtiya wan şermezar dikim. Navê wan ‘Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê’ ye lê belê eleqaya wan bi îslamiyetê re, bi Xwedê re û Kuranê re jî nine.”
Selahattin Demirtaş ragihand ku baweriya wî tê gelê kurd dê DAIŞê têk bibe û got:
“İnşelah gelê Kurdistanê, YPG û pêşmerge dê bi hev re DAIŞ a bûyi bela li serê mirovan ji hole rakin û ti car din jî ser vê erdnîgariye cîh nebine.”
Demirtaş anî ziman rewşa Felîstine ji eynî ye û wiha pê de çû:
“Herwiha hovîtiya û barbariya DAIŞ dike wekî wê li Xezê jî tê kirin. Em çawa piştgiriya Şingalê, Kobanê, Mûsilê dikin, wisa ya Xezayê jî diken. Em hesta xwe li gel gelê Felîstînê, li gelê Xezê de berxwedanê dikin û silavên me ji wan re hene.”
Rudaw
