Pêşmerge heta nîv saetê din Sinûnê digire
Li gorî zaniyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yên gav bi gav, hejmara hêzên pêşmerge li Çiyayê Şingalê zêdetir dibe.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Pêşmerge li ser sînorê Tirkiyeyê yê nêvdewletî ber bi Mûsil û Zûmar di pêş de ye.
Li gundê Mehmûdiyê jî di nava hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şerekî xurt didome.
Herwiha hêzekî zêde yê pêşmerge gundên derdora bajarokê Sinûneyê ya di destê DAIŞê de stand û gihişt hêzên kurdên êzidî ku ev çar roj in di bin fermandariya Qasim Smêl û Qasim Şeşoyî li hemberî DAIŞê di avahiya PDKê ya Şingalê de di şerî dene.
Bajarokê Sinûneyê ser bi navçeya Şingalê ye û dikeve 120 kîlometreyan rojavayê Mûsilê ye. Sinûne cihekî stratejîk e.
Li gorî agahiyên herî dawî, çekdarên DAIŞê li hemberî êrîşên hêzên pêşmerge li aliyê Til Kêf û Gwêr ve car caran êrîş dikin, lê bê encam paş ve diçin.
Rudaw
