Sê binke ji bo çekdarkirina ciwanên Êzdî tên vekirin
Di vê derbarê de Berdevkê Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan Kerîm Silêman agahî dan çapemeniyê û got: ‘’Li ser razîbûna hikûmeta Kurdistanê çend binkeyên taybet bo çekdarkirina ciwanên Êzdî yên daniştvanên Şengalê tê vekirin daku perwerdê bibînin û piştre ligel Pêşmergeyên Kurdistanê şerê terorîst û DAİŞ’ê bikin.’‘
Kerîm Silêman da zanîn ku wergirtina ciwanan xwebeş e û ne tenê ciwanên Êzdî yên Misilman jî dikarin xwebexş li wê navendê navê xwe tomar bikin. Silêman axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ew hersê binke dê li Sêmêlê, Şêxan û Duhokê werin vekirin, wek destpêk dê navê 2 hezar Kurdên Êzdî were tomarkirin.’‘
Roja 3ê mehê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bajarokê Şingalê girtin û ji wê demê heta niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame bo vegerandina Şengalê.
Basnews
