• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî: Em dê hemû terorîstan jinav bibin

Gulan Media August 6, 2014 Nûçe
Barzanî: Em dê hemû terorîstan jinav bibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bo gelê Kurdistanê ragehand ku Hêzên Pêşmerge her bi pêş de diçin, bi tevahî terorîstan têkdişkênin û pêwist nake dudilî û tirs li ba xelkê çêbibe.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo gelê Kurdistanê wiha ye:

‘Em gelê xoşewîst û xweragir ê Kurdistanê ji wê yekê piştrast dikin ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê li cepheya Şengalê her ber bi pêşde diçe, herwiha li cepheya Celewla û Mexmûr jî çekdarên terorîst hatine şikandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bawerbûna bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê soz dide hemû gelê Kurdistanê ku rê nade terorîstan axa pîroz a Kurdistanê pîs bikin û pêşketina jiyanê li Kurdistanê rawestînin.

Em daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikin ku bi hîç awayekî dudilî û tirs li ba wan çênebe, bi aramî li cihên xwe bimînin û li ser jiyana xwe ya normal berdewam bin. Em soz didin gelê Kurdistanê ku bi destekî polayî li terorîstan didin û ew metirsiya ku li ser gelê Kurdistanê û navçeyê jî heye nahêlin. Divê baweriya me hemûyan bi Pêşmergeyan hebe û piştgiriya Pêşmerge bikin.

Em daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê dikin ku herdem moralê wan bilind be, divê baweriya me hemûyan bi doza rewa ye me hebe, em niha berevaniyê li axa pîroz a Kurdistanê dikin li beramber hêzeke terorîst a dagîrker. Ji bo vêna jî moralê bilind divê, bi taybetî jî ku terorîst ji ber derbeyên Pêşmerge ketine sikrata mirin û jinavçûnê.’

Basnews
Top