• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Em soz didin gelê Kurdistanê dê terorîstan paqij bikin

Gulan Media August 6, 2014 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Em soz didin gelê Kurdistanê dê terorîstan paqij bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand, bila qet gelê Kurdistanê netirsin û dilgiran nebin ji ber ku hêzên Pêşmerge dê tevahiya terorîstan ji nav bibin.

Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî, îşev li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û şerê ku li hinek deverên Kurdistanê didome, peyamek belav kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêzên Pêşmerge bawer dike û soz dide ku nehêle terorîst xaka Kurdistanê pîs bikin û li pêşiya pêşketina jiyanê bibin asteng.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku hêzên Pêşmerge li eniyên Şingal, Celewla û Mexmûrê derbên giran li terorîstên DAIŞê dane û ber bi pêşve diçin.


Serokwezîr Barzanî ji gelê Kurdistanê xwest, qet netirsin û ji rewş dilgiran nebin ji ber ku em soz didin bi destekî pola li DAIŞê bidin, jixwe terorîst li hember derbên Pêşmerge ji hev ketine.

Rudaw
Top