Pêşmerge, DAIŞ`ê ku pîroziyên olî diteqand kuşt
Hêzên pêşmerge ên Kurdistanê li nêzîkî Musilê 2 emîrên mezin ên DAIŞ`ê ku yek ji wan berpirsê teqandina pîroziyên olî bûye dikujin û çavkaniyên nava pêşmerge jî radighînin ku nexweşxaneyên Musilê ji birîndarên DAIŞ tije bûne.
Jêderê u nexwest navê xwe aşkira bike ji Xendanê re ragihand: Ebo Ebdulrehman Emced ku naskiriye bi (Qibor) û Ebo Welîd Cizrawî di şerê hêzên pêşmerge û rêxistina dewleta Îslamî (DAIŞ) li bajarê Musilê tên kuştin.
Jêderê got: Yek ji wan kuştiyan berpirsê teqandina cihên pîroz û gorên pêxemberan bûye.
Her weha jêderê diyar kir ku nexweşxaneyên Musilê ji birîndarên DAIŞ`ê tije bûne.
Ew yek jî da zanîn ku şerê di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞ li bajarê Musilê hîna berdewame û xelkê Musilê bajêr bi cî dihêlin û koçber dibin.
