Cengawerên kurdên êzîdî şerê DAIŞ li Sinûnê dikin
Axayê hoz Mala Zero, Bedel Xelef Qasim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, xortên kurdên êzîdî di nava xwe de hêzek pêk anîne û hewil didin ku navçeyê ji bin kontrola DAIŞê derbixin.
Herwiha Bedel Xelef Qasim got: “Îro êrîş kirin ser çekdarên DAIŞê li bajarokê Sinûn û karîn çekdaran ji wê navçeyê derbixin, lê ji ber nebûna ezmûna wan di warê şer û leşkerî de, ji navçeyê vekişiyan.”
Roja 3ê tebaxê çekdarên DAIŞê dest danîn ser Şingal, Zumar û çend navçeyên din, bi wê sedemê şêniyên Şingalê koçberî çiyayê Şingalê bûn û beşek ji wan jî berê xwe dan parêzgeha Hewlêrê.
Rudaw
