Cengawerên kurdên êzidî 4 çekdarên DAIŞê dîl girtin
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li navçeya Şêx Şerfedîn a ser bi bajarokê Sinûn ve, şer di navbera cengawerên Kurdên êzîdî bi fermandariya Qasim Simêl û Qasim Şeşo, kargêrê şaxa Şingalê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), derket û heta niha ew şer berdewame.
Zaniyariyên ku gihiştine dest Rûdawê diyar dikin ku, cengawerên kurdên êzîdî 4 çekdarên DAÎŞê bi dîl girtine û hejmarek çekdarên din jî kuştine.
Rudaw
