“Jin û zarokên li çiyayê Şingalê li ber mirinê ne”
Peyamnêrê Rûdawê li çiyayê Şingalê ragihand ku, rewşa xelkê Şingalê gelek xirabe û jin û zarok ji ber birçîbûnê ji mirinê nêzîk dibin.
Hejmareke zêde ji xelkê Şingalê li nav çiya bê av û nan in û eger bi awayekî bilez alîkariyên mirovî negihin wan, dibe ku rûbirûyê kareseteke mirovî mezin bibin.
Li gor zaniyariyên Rûdawê, hejmarek ji xelkê Şingalê çek helgirtine û rêyên ku tên çiya parastine da ku rêgirî li hatina çekdarên DAÎŞê bigirin.
Peymanêrê Rûdawê da zanîn jî ku, ji duh ve qasekî kêm ji xwarinê gihiştiye wan û ti çavkaniyeke xwarinê li çiyayê Şingalê peyda nabe.
Bi sedema êrîşa DAÎŞê, zêdetir ji 50 hezar kes ber bi çiyayê Şingalê ve reviyane û beşek din jî derbederî Başûrê Kurdistanê bûne.
Rudaw
