• Sunday, 15 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê ji Amerîkayê ‘piştgiriya rasterast’ xwest

Gulan Media August 4, 2014 Nûçe
Herêma Kurdistanê ji Amerîkayê ‘piştgiriya rasterast’ xwest
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwest ku çekên giran û cebilxaneyê bidin pêşmergeyan.

DAIŞê di êrişên Şingal û Zûmarê de ev navçe yekser ji dest pêşmergeyan derxistin. Vê yekê jî berspirsên Herêma Kurdistanê ji bo anîna çekên giran mecbûr kir ku bêhtir ser DYAyê de biçin.

Berpirsê peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: “Me li gel konsolosê DYAyê yê Hewlêrê û balyozê Bexdayê axaft. Me ji wan re got peywendiya qonaxa sipasî û destxweşiyê bes e, piştgiriya rasterast; bi taybetî jî bo anîna çekên giran û cebilxaneyê bikin.”

Herwiha Felah Mistefa got, “Me dîsa ji DYAyê re got, em tenê şerê terorîstan nakin. Divê ji bo parastina êzidî û xirîstiyanan jî bixebite. Belkî ji bo vê, alîkariya navdewletî pêwîst be. Divê DYA berpirsiyariya xwe bîne cih.”

Derbarê bersiva DYAyê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got, “DYAyê daxwaziya me red nekir, gotin em li ser vê yekê dixebitin, tiştekî bikin.”

1ê Tebaxê çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birin ser hêzên pêşmergeyan yên li navçeyên Rebîa, Sinûne, Şingal, Zûmar û Eyn Zaleyê ku ev navçe di hêla petrolê de dewlemendin. Êrişan heta 3yê tebaxê dewam kir ku heta ev navçe bi temamî ketin destê hêzên DAIŞê.

DAIŞê di daxuyaniyekî de ragihand ku, şerê di navbera wan û hêzên pêşmergeyan de şerekî “giran” bû, lê wan dîsa jî karî wan navçeyan vegirin.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî got, “Em li bendê ne ku hemû hêzên kombûyî, van navçeyan paqij bikin. Hemû cûreyên çekan di destê pêşmerge de heye.”

Derbarê navçeyên Şingal û Zûmarê de jî Yawer got, “Şer niha di qadeke 30-40 kîlometre de ye, ji bo parastina vî sînorê fireh pêwîstî bi hêzeke mezin heye.”

Herwiha berpirsekî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kiribû ku “Mensûr Barzanî bi hêzek mezin û çekên giran ve gihiştiye navçeyê û dest bi şerê kiriye.”

Beriya destpêka şerê vê dawiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di roja cejnê de serdana eniya şerî kiribû. Barzanî di wê serdanê de mizgînî dabû pêşmergeyan ku ji bo şerê li gel terorîstan dê çekên pêşketî bidin pêşmergeyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, niha hewldanek heye di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo li dijî DAIŞê li hev bikin. Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, tevdigere ku ji Hikûmeta Iraqê, ji bo çekên giran alîkariyê bide Hêzên Pêşmerge.

Rudaw
Top