V.Dexîl:DAIŞ jinên Êzîd weku Cariye bi kar tînin
Piştî ku Qezaya Şengalê ket jê destê çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) eger malbatên Êzîdî bikevin destên wan, destdirêjiyê dikin li ser her malbateke Êzîdî.
Endama Parlemana Îraq`ê Viyan Dexîl ragihand ku, çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) dest vi kuştina zelamên Êzîdî kiriye û jinên wan jî wek Cariye bi kar tînin û mal û mulkên wan jî talan dikin û li gor zanyariyan rewşa koçberên akinciyên Şengal`ê gelekî xirap e.
Hêjayî gotinê ye ku malbatên Êzîdî yên Şengal`ê berbi çiya reviyane û ji tirsa Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) li wir xwe veşartine û di rewşeke xirap de dijîn.
Xendan
