• Sunday, 15 February 2026
logo

Balyozê DYAyê yê berê: Iraq bûye sê perçe

Gulan Media August 3, 2014 Nûçe
Balyozê DYAyê yê berê: Iraq bûye sê perçe
Balyozê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Iraqê (DYA), dibêje; “Iraq bûye sê perçe: Kurdistan, Şiîstan, Cîhadistan.”

Ryan Kroker ku ji 2007ê heta 2009ê li Iraqê balyozê DYAyê bû, dibêje Iraq li ser sê bingehan dabeş dibe. Bi taybetî jî demê borî de DAIŞê dest danî ser perçeyeke mezin ya axa Iraqê û bi vî awayî ew welat bû sê beş:

“Li başûr Şiîstan, li nêvê Cîhadistan û li bakur jî Kurdistan.”

Kroker metirisya DYAyê jî anî ziman ku ew ditirsin Iraq yekser bibe sê dewletên biçûk û komên terorîst ji wan cihan terorîzm û tundiyê bigihînin welatên din ên cîhanê.

Ji aliyê din jî cihgirê wezîrê parasitinê yê DYAyê Elissa Slotkin ragihand ku “A ji bo Rojava herî baş ew e ku Iraq bi yek parçe bimîne û navendeke bihêz hebe ku li hemû beşan de pêş bikeve. Divê serkirdeyên Iraqî jî ji bo hikûmeteke pêş de dest ji alîgiriyê berdin.”

Herwiha tê zanîn ku DYA li ser “yekbûna Iraqê” helwestê nîşan dide.


Rudaw
Top