Hêzên Pêşmerge li Celewlayê derbek giran li DAIŞê dan
Saet 8ê îşev çekdarên DAIŞê li taxên Tecnîd û Wehde yên bajarokê Celewlayê êrişî hêzên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî giran derket û du saetan ajot.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di wî şerî de tiştek bi ti pêşmergeyekî nehatiye lê kuştî û birîndarên DAIŞê jî nayên zanîn.
Beşek ji bajarokê Celewlayê di bin destê hêzên Pêşmerge de ye û beşek jî di bin destê DAIŞê de ye ji ber wê jî gellek caran li wir şer derdikeve.
Êrişa îşev a DAIŞê ji bo girtina wan du taxan bû ku ev demek e hewla vê yeê dide lê her dem rastî bersiva tund a hêzên Pêşmerge tê.
Rudaw
