• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge heta bi kontrolkirina Mûsilê ranawestin

Gulan Media August 2, 2014 Nûçe
Pêşmerge heta bi kontrolkirina Mûsilê ranawestin
Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yên Sipîlkê General Ebdulrehman Kewrînî eşkere kir ku çekên giran ji wan re hatine û got: ‘’Em dê li çekdarên DAİŞ’ê bidin û Mûsilê jî kontrol bikin.’‘

Di vê derbarê de General Kewrînî ji malpera fermî ya PDK’ê re axifî û got: ‘’Çekên giran ji me re hatine û em dê êrîşî çekdarên DAİŞ’ê bikin. Me xwe kom kiriye û ji hemû aliyan ve amade ne û gelek çek jî bo me hatine, hemû çekên giran in, em dê êrîşî Mûsilê bikin û heta kontrol jî nekin ranawestin.’‘

Kewrînî nîgeraniya xwe jî anî ziman ku qala wê yekê tê kirin qaşo Zumar û Keskîn ketine bin kontrola DAİŞ’ê û wiha pêde çû: ‘’Em bi tevahî amade ne ku êrîşî Mûsilê bikin, DAİŞ hatiye şikandin û bi sedan kuştî û birîndarên wan hene.’‘

Kewrînî da zanîn ku heta niha ji ber xelkê Mûsilê êrîş nekirine û got: ‘’Lê vêcarê em dê êrîş bikin, eger ew li ser erîşên xwe berdewam bin, em ê jî wek bersivekê êrîşî Mûsilê bikin daku em kontrol bikin.’‘

Çend roj dibe li navçeya Zumar şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de heye, lê çekdarên DAİŞ’ê nikarîne bigihin armanca xwe û bi sedan kuştî û birîndarên wan hene.

BasNews
Top