YPG hejmara şehîdên xwe di şerê Kobanî de ragihand
Ji 2yê tîrmehê ve, çekdarên DAÎŞê ji başûrê, rojhilat û rojava êrîşê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha dest danîne ser 7 gundên herêmê.
Pêr, 30 tîrmehê, şerekî giran di navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê de li gundê Şiûx, Cib el-Ferec, Getaş û Cidîde li rojavayê Kobanî derketibû ku heta demjimêrên duh sibê berdewam kiribû.
Di wî şerî de 35 çekdarên rêxistina DAÎŞ hatibûn kuştin.
Li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, lê navenda ragihandina YPG di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan 120 çekdarên DAÎŞ di nav wan de 3 emîrên rêxistina navborî di wî şerî de kuştine.
Navenda Ragihandina YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk e (PYD), di daxuyaniya xwe de ragihand jî ku di şerê li dijî DAÎŞê de li gundên rojavayê Kobanî 14 şervanên wan û hemwelatiyek ji gundê Zirkutik şehîd ketin, din nav wan de du endamên Yekîneyên Paratsina Jinê (YPJ) jî hene.
Herwiha duh, 31ê tîrmehê, YPG termê 5 ji wan şervanên xwe yên li Kobanî şehîd ketibûn derbasî Bakurê Kurdistanê kirin da li zêya xwe bên veşartin.
Li gor daxuyaniye YPG jî, di nava şervanên wê yên ku şehîd ketine de, şervanek bi navê Dilgeş Ehmed ku xelkê îdareya Germiyan li Başûrê Kurdistanê, 2 şervan ji Efrînê û 2 şervanên Ereb jî yên tevlî YPG bûne, hene.
Ev êrîşên DAÎŞê li ser herêma Kobanî û gundewarên derdora wê piştî wê yekê tê ku berî çend meh an, emîrekî DAÎŞê di gotareke roja înê de ragihand ku ew dê herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê jî kontrol bikin da tevlî sînorê “dewleta” xwe bikin.
Rudaw
