• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêncemîn keştiya helgirê petrola Başûrê Kurdistanê îro bi rê dikeve

Gulan Media August 1, 2014 Nûçe
Pêncemîn keştiya helgirê petrola Başûrê Kurdistanê îro bi rê dikeve
Pêncemîn keştiya helgirê petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhan a Tirkiyeyê îro bi rê dikeve.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, berpirsekî wezareta enerjiyê ragihand ku: “Îro, 1ê tebaxê, dê pêncemîn keştiya helgirê petrola kurdan ber bi benderên cîhanê ve bi rê bikeve.”

Wî berpirsî got, li keştiya pêncemîn 1 milyon bermîl petrol hatiye barkirin.

Berpirsên bilind ên enerjiyê li Tirkiyeyê dan zanîn ku duh, gihişte bendera Ceyhanê, ku petrola Herêma Kurdistanê li wê de tê embarkirin, biryare îro bi petrolê bê barkirin û ber bi benderên cîhanê ve bi rê bikeve.

Berpirsên Tirkiyeyê diyar kirin ku ew heta niha nizanin ka kiryarên pêncemîn bar ji petrola Herêma Kurdistanê kî ne.

Tevî ku heta niha nakokî û arîşe li ser şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, lê het niha hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 bar ji petrola xwe firotine.

Berî niha jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yek ji wan welatên mezin bû yên ku li dijî firotina petrolê bi awayekî serbixwe bû ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, lê duh, Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya DYA Marie Harf got: “Ti qedexeyeke DYA li ser hinartina petrola ti beşeke Iraqê tine.”

Marie Harf her wiha got, firotina petrolê bêyî rizamendiya Bexdayê karekî qanûnî ye û derqanûnî nîne.

Rudaw
Top