• Sunday, 15 February 2026
logo

Agirbesta Îsraîl û Hemasê 3 saetan ajot

Gulan Media August 1, 2014 Nûçe
Agirbesta Îsraîl û Hemasê 3 saetan ajot
Îsraîlê 3 saetan piştî destpêkirina agirbesta 3 rojan, Hemas bi binpêkirinê sûcdar kir û ragihand ku êrîş dê bidomin.

Televîzyona Kanal-10 a Îsraîlê diyar kir ku Îsraîlê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand ku agirbest qedandiye.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon û Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry diyar kiribûn ku Hemas û Îsraîlê ji bo agirbesta mirovahiyê ya ku dê 3 rojan bidome, li hev kirine.

Li gor daxuyaniyê, agirbestê îro di saet 08.00an de dest pê kiribû û hetanî 72 saetan jî dê bidomiya.

Hatibû gotin ku ev agirbest ji bo pêwîstiyên sivîlan gellek girîng e û bila her du alî jî li gor vê tevbigerin.

Êrîş û pevçûnên di navbera Îsraîlê û grubên filistînî de 25 roj in berdewam in.

Li ber vê hejmara miriyan li Xezeyê derkete nêzikî 1500 kesî ji filestîniyan her wiha 56 leşkerên Îsraîlî jî hatine kuştin.

Rudaw
Top