• Sunday, 15 February 2026
logo

Du Kurd dxwazin artêşa İraqê ji nû ve ava bikin

Du Kurd dxwazin artêşa İraqê ji nû ve ava bikin
Serokkomarê İraqê Fûad Mehsûm û Serokerkanê Artêşa İraqê General Babekir Zêbarî, ku herdu Kurd in behsa ji nû ve pêkanîna artêşa İraqê dikin.

Li gor malpera fermî ya serokatiya komara İraqê, doh di hevdîtinekê de Serokkomarê İraqê Fûad Mehsûm û Serokerkanê Artêşa İraqê General Babekir Zêbarî behsa pêkanîna artêşa İraqê kirine.

Di hevdîtinê de Serokkomar Fûad Mehsûm daxwaz kiriye ku artêşa İraqê li ser bingehê leşkerî, bi awayekî profesyonel û dûrî desttêwerdanên siyasî were pêkanîn. Herwiha tekez kiriye ku aramiya rewşa ewlekariyê di vê qonaxa niha de pişta xwe bi artêşa İraqê girêdide.

Basnews
Top