Amerîkayê helwesta xwe li ser keştiya petrola Başûrê Kurdistanê ragihand
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê, Brett H. MeGurk nêrîna welatê xwe ragihand li ser keştiya petrola Başûrê Kurdistanê ya ku li derdora wîlayeta Texasê rawestaye.
Brett H. MeGurk li ser Twîtterê nivîsî: “Ezê hinek tiştan bidim xuyakirin li ser wê keştiya ku petrola Kurdistanê helgirtiye û li derdora wîlayeta Texasê rawestaye.”
Herwiha H. MeGurk nivîsiye: “Siyaseta Amerîkayê zelal û aşkere ye ku dahata petrola Iraqê bo hemû gelê Iraqê ye û pêwîste ev arîşe li gor destûrê bê çareserkirin.”
Derbarê arîşeyên petrolê navbera Hewlêr û Bexdayê de, navborî dibêje: “Amerîka bi asayî dizane ku petrol ji her beşekî Iraqê bê şandin û firotin û her pêşniyazek berovajî vê siyasetê neraste.”
Di dawiyê de alîkarê wezîrê derve yê Amerîka daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku li ser pirsa petrolê vegerin dansûadtandinan û bi riya diyalogê çareser bikin.
Roja 28ê tîrmehê, keştiya United Kalavrvta ku meha hezîranê ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê derket û yek milyon bermîl petrola Kurdistanê tê de ye gihişt nêzîk bendera Port of Galvestonê li Texas a Amerîka.
Lê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, dadgehek amerîkî li Texas biryar de ku dest dane ser wê keştyiyê bi bihaneya ku “Bêy rezamendiya Bexdayê ew petrol hatiye şandin û firotin.”
Lê ji ber ku ew keştî derbasî ava Amerîka nebûye, desthilatdarên wî welatî ragihandin ku ew nikarin dest danin ser keştiya helgirat petrola Kurdistanê, parêzerên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanî jî ragihandin ku ew dê dozekê li dijî hikûmeta navednî li dadgeha Texas vekin.
Rudaw
