Demirtaş: Namzediya min daxwaziya gelê kurd a pêkvejiyanê ye
Li gorî nûçeya di medyaya tirkî de cih girtî, şeva borî Demirtaş li Stenbolê beşdarî “Forûma Jinan” bû. Li vê derê rojnamevanan li ser “Kurdistana Serbixwe” pirs ji Demirtaş kirin. Demirtaş wiha bersivand: “Em dixwazin bi hevre bijîn. Namzediya min jî banga vê yekê ye. Namzediya min nîşana herî eşkere ya vê daxwaziya gelê kurd e.”
Demirtaş got, kurdên li Tirkiyeyê biryara xwe li ser pêkvejiyanê dane û wiha dewam kir:
“Eger nasname û dîrok û çanda gelekî neyê înkarkirin û ew gel li ser axa xwe bi azadî bijî, pêwîst nake mirov sînorekî li ser wê axê dane. Em dixebitin ku li vî welatî bi hevre bijîn û ji hev neqetin.”
Hilbijarinên serokomariya Tirkiyeyê dê di navbera Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Ekmeleddin Ihsanoglu û Selahattin Demirtaş de bibore. Li Tirkiyeyê hilbijartina serokomariyê dê 10ê tebaxê de çêbibe. Eger tu namzed ji dengan ji %50yî nestîne, dê dora duyemîn di 24ê tebaxê de bê çêkirin. Yekem car li Tirkiyeyê gel dê serokomarî hilbijêre.
Rudaw
