• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana koçberên bajarê Musilê yên li wargeha Xazir kir

Serokê Herêma Kurdistanê serdana koçberên bajarê Musilê yên li wargeha Xazir kir
Duh çarşem 30.07.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek berpirsên hikûmî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa koçberên bajarê Musilê serdana wargeha Xazir ya li qezaya Xebat kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî koçberan kir û li gotarê de bi xêrhatina koçberan kir û pîrozbahiya cejna Remezanê li wan kir û bi koçberan ragihand ku hun li welatê xwe û li nav xuşk û birayên xwe ne. Serok Barzanî eve jî behs kir ku agahdariya kêşe û giriftan û rewşa guzerana nexweşa koçberane û li gel ewe jî daxwaz ji koçberan kir ku xweragir bin ji ber ku ev rewş demkiye û koçber bi serbilindî dê vegerin bajarê Musil û ser mal û halê xwe.

Her wiha li axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku cihê daxê ye wekî pêwîst nekarîne xizmeta we bikîn lê belê li gel ewe jî hemû aliyek û rêxistinên navdewletiyan li peywendî û karkirinê dayîn bo ku hevkarî û yarmetiyên zêdetir bigihînin xuşk û birayên koçberên Musil. Serok Barzanî koçberan ji wê yekê dilniya kir ku heta li Kurdistanê ne jiyan û asayîşa wan parastî dibê û hêvî jî xwest bi zûtirîn dem vegerin bajarê Musilê û bajarê Musil rûmet û şadiya xwe ya berê bi destbîne.

Top