• Sunday, 15 February 2026
logo

DYAyê dest danî ser petrola Kurdistanê

DYAyê dest danî ser petrola Kurdistanê
Dadgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji ber sedema bêyî destûra Bexdayê firotina petrolê çênabe, dest danî ser petrola Kurdistanê ya di tankerê de.

Dadgeha DYAyê biryar da, dest dane ser tankera petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya buhayê wê 100 milyon dolar e, ku li kendava Galvestonê ya Teksasê.

DYAyê bi biryara dadgehê firotina petrolê ya bêyî pejirandina Hikûmeta Bexdayê di piyaseya navneteweyî de, asteng kir.
Hîkûmeta Bexdayê gilî li Dadgeha Herêmî ya Başûrê Teksasê kirbû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê agahî petrol difiroşe.

Dadgeha Herêmî ya Başûrê Teksasê jî ji biryara xwe li ser raya Hikûmeta Bexdayê da. Dadger Nancy Johnson, biryar da ku dest danin ser petrola buhayê wê 100 milyon dolar a di tankerê de.

DYA her carî dianî ziman ku ew naxwazin petrol bêyî destûra Hikûmeta Bexdayê bê firotin. Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Marie Harf ragihand ku hewldana wan ya li hemberî firotina petrola Herêma Kurdistanê ne hatiye guhartin. Lê belê mudaxile firotina petrol di navbera şirketan de jî nabin.

Di tankera Herêma Kurdistanê rêkirî Teksasê de milyonek bermîl petrol heye û buhayê wê jî 100 milyon dolar e.

Rudaw
Top