• Sunday, 15 February 2026
logo

Xozat: Hilbijartinên serokkomariyê ezmûna welatparêziyê ye

Xozat: Hilbijartinên serokkomariyê ezmûna welatparêziyê ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Xozat bal kişand ser cudahiyên îdeolojîk û partiyî yên nava civaka Kurd û got ku dema berjewendiyên neteweyî mijara gotinê be, pêwîstî bi yekbûyînê heye.

Xozat di hilbijartinên serokkomariyê de destekdayîna Demîrtaş ji bo vê weke ezmûneke girîng bilêv kir. Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Xozat, hilbijartinên Serokkomariyê yên li Tirkiyeyê û girîngiya van hilbijartinan ji bo Kurdan, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nirxand.

Xozat da xuyakirin ku di van hilbijartinan de wê du xet li ber xwe bidin û got, 'Xeta yekemîn, xeta azadî, demokrasî û wekheviyê ya hemû nasnameyên civakî û gelên bindest e. Vê yekê Birêz Selahattîn Demîrtaş temsîl dike. Xeta duyemîn jî; xeta mêtînger, zordar û despotîk a serdestan e. Vê xetê jî Tayyîp Erdogan û Ekmelettîn Îhsanoglû temsîl dikin.'

Xozat diyar kir ku ev hilbijartin wê bibe tercîha di navbera sîstema demokratîk a gelan û sîstema despotîk a desthilatdar û destnîşan kir ku hilbijartin bi vî rengî wê ji bo civakê referandûmek be ku sîstem û siyaseteke çawa dixwaze.

Xozat ragihand ku di hilbijartinên bihurî de civak bê alternatîf bû û got, 'Ji namzetê ku karibe wê temsîl bike, bêpar bû. Dewletê namzetê xwe diyar dikir, parlamentê jî bi awayekî formalîte hildibijart. Lê belê hilbijartina vê carê bê kirin, hilbijartineke bi wî rengî nîn e. Ya yekemîn; di vê hilbijartinên de gel wê biçe ser sindoqan. Ev girîng e. Ya duyemîn, civak bi namzetekî gelekî giranbuha û bi pîvan ê mîna Birêz Selahattîn Demîrtaş, ku heta dawiyê nirxên azadî û demokrasiyê temsîl dike, dikeve hilbijartinê. Ev gelekî girîngtir e. Di vê hilbijartinê de civak xwedî wê şansê ye ku namzetê xwe hilbijêre, lewma wê pêşeroja Tirkiye’yê destnîşan bike.

Basnews
Top