• Sunday, 15 February 2026
logo

Li DYAyê belavokên “nefret”ê li ber derê mislimanan hatin danîn

Li DYAyê belavokên “nefret”ê li ber derê mislimanan hatin danîn
Li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li taxên misliman lê dijîn, belavokên heqaret û nefretê li îslamê dikin, li ber derê mislimanan hatin danîn.

Li herêma Bensonhurst a Brooklynê, belavokên li ser “Îslamîno, vegerin welatê xwe. DYA nefretê ji we dike. Hûn terorîst in. Hûn Holokostê duyemîn in” nivîsî li ber deriyên xaniyên misilmanan hat danîn.

Li gorî nûçeya NY1ê saziya Sûcên Nefretê ya New Yorkê derbarê kesên belavok belavkirî de lêpirsîn da destpêkirin. Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio daxuyaniyek da û got: “Ev tiştekî şermdar e.”

Hefteya borî li New Yorkê piştî nimêja terawîhê, kesên ku nasnameya wan nediyar, bi erebeyan li dora mizgeftê tûr avêtibûn û li ser navên Îsraîlê dirûşm gotin û heqaret li kesên ji mizgeftê derdikevin kiribûn.

Li herêma Bensonhurstê miletên weke; tirk, ereb, pakistanî û bangladeşî yên cuda cuda dijîn.

Piştî Êrişa 11ê Îlonê DYA bi protestoyên wiha gelek caran hatibû rojevê.

Rudaw
Top