Hinartina nefta Kurdistanê bo Tirkiyeyê hat sekinandin
Hat zanîn ku hinartina petrol Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye sekinandin.
Li ser vê mijarê Alîkarê Serokê Komîsyona Çavkaniyên Sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeiban ji AAyê re got, du sedemên sekinandina sewqkirina neftê hene; sedema ewil nefta kurdan gellekî tê xwestin û ji ber vê jî em dixwazin ku organîzasyoneke baş bikin. Sedema duyemîn jî ew e ku tankên li Ceyhanê tijî ne."
Dilşad Şeiban diyar kir ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Kurdistanê ji bo guhertina bihaya neftê û organîzasyonê amadehiyan dike.
Alîkarê Serokê Komîsyona Çavkaniyên Sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê her wiha anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) jî helwesta xwe ya li hemberî nefta Kurdistanê guheriye û wiha axivî:
"Di Kongreya DYAyê de ji ber ku bertek zêde bûn, rêveberiya Obama polîtîkaya ku dimeşand ji mecbûrî guhert. Ji ber ku Bexdayê bûdceya Kurdistanê birî, kongreyê jî firotina nefta kurdan wek heqekî dibîne. Di demeke nêz de DYA jî dê li hemberî kurdan li dijî firotina neftê nesekine. Ewê jî bibînin ku kurd ji mecbûrî vê neftê difiroşin. Lewma ew Bexdaya ku para me nade, ti rêyek ji me re nehişt."
Beriya ku hinartina nefta Kurdistanê were sekinandin, rojê nêzîkî 120 hezar bermîl neft ji Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê dibû lê tê gotin heta dawiya îsal ev reqem dê bigihîje 400 hezar bermîlî. Rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwaze di sala 2015an de rojê bi qasî milyonekî bermîl neft bişîne derve.
Hikûmeta Bexdayê ev 7 meh in para Herêma Kurdistanê ya ku ji sedî 17 ye, nade. Herêma Kurdistanê jî ji ber vê tevgerê ji roja 1ê Çileya îsal de dest bi firotina neftê kir.
Rudaw
