• Sunday, 15 February 2026
logo

Keştiya petrola Kurdistanê li Amerîkayê ye

Keştiya petrola Kurdistanê li Amerîkayê ye
Keştiya petrolê United Kalavrvta ya bi alaya girava Marshallê doh êvarê bi yek milyon bermîlên petrola Kurdistanê gehişt Port of Galvestonê li Texasê biryar e van herdu rojan barê xwe vala bike.

Mihafizên peravên deryayê yên Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê dê kontroleka rutîn bikin da bizanin ko hîç 'nelirêyiyek' di barê tankera United Kalavrvta de nîne û keştî dê piştre barê xwe vala bike.

Ji ber ko keştiya United Kalavrvta gelek mezin e û nikare bikeve lîmana Port of Galvestonê keştî dê barê xwe neqlî keştiyên biçûktir bike da ew jî neqlî depoyên petrolê yên Emerîkayê bikin.

Li gor Reutersê, mihafizên Emerîkî dê kontroleka rutîn bikin û haya berpirsên Emerîkayê ji hatina vê tankerê û petrola Kurdistanê heye. Reuters wiha texmîn dike ko dê problemeka cidî dernekeve û van herdu rojan petrola Kurdistanê dê ji keştiyê bê vala kirin.

Reuters jî mereq dike ka mişteriyê petrola Kurdistanê kîjan şirket e û hê nekariye fêm bike. Keştiya United Kalavrvta meha Hezîranê ji bendera Ceyhanê ji Tirkiyê derket û yek milyon bermîl petrola Kurdistanê tê de ye.

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku valakirina barê keştiyê li Amerîkayê ti pirsgirêkekê ji Amerîka re çênake û tiştekî normal e. Tê gotin ku pereyên ji firotina wê petrolê tê bidestxistin derdora 100 milyon dolarî ye.

Basnews
Top