• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê cejina remezanê pîroz dike

Hikûmeta herêma Kurdistanê cejina remezanê pîroz dike
Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bi peyamekê cejina remezana pîroz li hemû misilmanan pîroz dike û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Em cejina Remezana pîroz bi germî û ji dil li tev misilmanên herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî û bi taybetî li malbatên serbilindên şehîd û pêşmergeyê qehreman ku, li eniya şer parastinê ji ax û xelikê Kurdistanê dikin, pîroz dikîn. Em hêvîdar in, ev cejin, ji bo hemû aliyan xêr û xweşiyê bi xwe re bîne û herêma Kurdistanê jî bi yekdengî û yekrêzîya hemû aliyên kurdistanî, li jêr sîbera xweragiriya pêşmergeyê qehreman de, li ser avêtina pêngavên baştir ji bona aramî, asudeyî û xwejiyaniya kurdistaniyan bedewam be.

Hêşta gelek pirsgirêk û astengî li pêşiya pêşketina herêma Kurdistanê de hene, ji ber hindê îro ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî, yekdengî, pêkvejiyan û lêbihurînê heye, daku rê li metirsiyên terorê bigirîn û kurdistaneke avadan û civakeke bextewera pêşketî ava bikin.

Em sipasiya cemawer û hemû aliyên peywendîdar dikin ku, hurmeta meha remezanê parast û pir ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li pêşmergeyên qehreman û karmendên asayîş, polîsê tirafîkê, tendirustî û hemû wan karmendên rojên cejinê dûr ji malbatên xwe, bo xizmet û parastina aramiya herêma Kurdistanê terxan dikin û di dewamê de dibin, pîroz dikin.

Careke din cejin li hemû aliyan pîroz be û bihênvedaneke xweş û aram ji bo hemûyan daxwaza me ye.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

27.07.2014
Top