DAİŞ’ê biryar da wê 50 cihên pîroz biteqîne
Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekariyê ji parêzgeha Nînewa ragehand ku zêdeyî 50 cihên pîroz ên olî di lîsteya çekdarên DAİŞ’ê de ne bo rûxandin û teqandinê. Li gor heman çavkaniyê piraniya wan cihan jî mizgeft in.
Ji aliyekî din ve Berdevkê Fermandeya Ewlekariya Bexdayê Saed Me’in got ku planeke qayîm danîne bo rojên cejna Remezanê ku dê hemû cihên giştî wek park, bazar û cihên rawestandina otomobîlan bên parastin.
Li gor Rêveberê Polîsên Wasit Komîser Qasim Reşîd jî, hêzên polîs ên bajêr karîne dest deynin ser otomobîlekê ku 120 kîlogram teqemenî têde bûn û grûbên radîkal dixwestin di rojên cejnê de biteqînin.
Basnews
