• Sunday, 15 February 2026
logo

Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de pêngavek nû

Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de pêngavek nû
Pêvajoya çareseriyê” ku li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di navbera MIT û PKKê de tê meşandin, digihe asteke din. Ji niha pê ve xebatan Musteşariya Ewlehî û Pergala Giştî (KDGM) dê rêve bibe.

Cihgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşir Atalay li ser televizyona Habertuk a Tirkiyê derbarê “pêvajoya çareseriyê” de çend daxuyanî dan.

Atalay anî ziman ku, hevdîtinênheta niha di navbera Qendîl û Îmraliyê de çêbûyîn piranî bi MITê pêk dihatin. Lê ji niha pê ve saziyên me jî dê beşdarî hevdîtinan bibin. KDGM jî dê di vir de bêhtir cih bigire.

Atalay got: “Yekemîn armanca me ew e ku endamên rêxistinê vegerin malên xwe. Dibe ku ji bo paşeroja van kesan hinek rêkûpêkî pêwîst bibe.”

Û herwiha ragihand ku, xebatên xwe yên nû de dê cih nedin komîsyonan. Hevdîtin dê tenê bi KGDMê bi rêve biçin.

Yasaya ku derbarê “pêvajoya çareseriyê” de beriya demekî hatibû Parlamentoya Tirkiyê û dûv re jî serokomar pesend kiribû. Yasa, rayedarên dewletê yên ku hevdîtinan pêk tînin, diparêze.

Rudaw
Top