• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Fuad Mehsûm, Malikî bo pêkanîna hikûmetê radispêre’

‘Fuad Mehsûm, Malikî bo pêkanîna hikûmetê radispêre’
Hat ragehandin ku Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm, Malikî bo pêkanîna hikûmeta nû radispêre, lê çavkaniyekê jî eşkere kir ku evna daxwaza Malikî ye û serokkomar red kiriye.

Li gor malpera Sumeriye News ku pişta xwe bi çavkaniyeke Bexdayê girêdaye, Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm, Nûrî Malikî bo pêkanîna hikûmeta nû ya İraqê radispêre, bê wêya ku tu zanyariyên din eşkere bike.

Doh endamê Lîsta Dewleta Qanûnê Mihemed Hesen jî gotibû: ‘’Malikî nameyek ji serokkomar re şandiye û têde daxwaz kiriye ku namzetê Dewleta Qanûnê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta İraqê rasipêre, ji ber Dewleta Yasa fraksyona herî mezin a Parlamentoya İraqê ye.’‘

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyekî ji Hevpeymaniya Niştimanî ya İraqê ragehand ku Serokkomar Fuad Mehsûm ew daxwaza Malikî red kiriye û gotiye ku Hevpeymaniya Niştimanî ya İraqê fraksyona herî mezin e.

Lîsta Dewleta Qanûnê di hilbijartinên Nîsana borî de karî 95 kursiyên Parlamentoya İraqê bidest bixe, lê piştre çen fraksyonên biçûk jî çûn nav wê lîsteyê û hejmara kursiyên wê bû 112 kursî.

Basnews
Top