Nûrî Malikî gihişte Silêmaniyê
Nûrî Malikî bi mebesta serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Telebanî îro, çû bajarê Silêmaniyê.
Biryar bû ev serdana Malikî duhî pêk hatiba, lê endama serkirdatiya YNKê, Ala Talebanî ji Rûdawê re got: “Em hatin agahdarkirin ku serdana îro ya Malikî hat paşxistin.”
Herwiha pêr, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin.
Telebanî, nêzîkî 19 mehan li Almanya hatibû dermankirin. Mam Celal berî hefteyekê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.
Rûdaw
