Wezîrê Tirkiyê yê Bergiriyê: Em dikarin perwerdê bidin pêşmergeyan
Li gorî nûçeya di rojnameya Milliyetê de, li Parlamentoya Tirkiyê li hemberî pirsek e medyakaran Yilmaz got: “Eger daxwaziyek li ser perwerdekirina pêşmergeyan a ji aliyê TSKê ve bê, em dê vê binirxînin.”
Yilmaz got: “Di vê cografyayê de rêvebiriya ku têkiliyê me li gel wan herî baş, Rêvebiriya Bakurê Iraqê (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) ye.”
Wezîrî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare li ser Tirkiye re berê xwe bide cîhanê û wiha dewam kir:
“Niha Rêvebiriya Bakurê Iraqa ji bo Tirkiyê erka tamponê bi cih tîne. Ne tenê Başûr rojhilat (Bakurê Kurdistanê), Bakurê Iraqê jî paşeroja xwe li Tirkiyê bibîne, kar tê famkirin. Min di rojnameyan de dît, yên ku dibêjin ‘em dê ji wê herêmê veqetin û bi ve bên girêdan’ jî hene. Lewra paşeroja wan jî li Tirkiye ye...”
Medyaya Tirkiyê îdia kiribû ku Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya vê dawiyê de ji Tirkiyê daxwaziya perwerdekirina pêşmergeyan ya ji aliyê TSKê ve kiriye.
Rûdaw
