• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Celewlayê di şerê DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn

Li Celewlayê di şerê DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn
Li bajarokê Celewlayê yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, ji şeva borî ve li bajarokê Celewlayê bi taybet li taxên Wehde û Tecnîdê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên pêşmerge de derketiye.

Li gorî agahiyan, heta niha 8 pêşmerge di wî şerî de şehêd bûne û 19 pêşmerge jî birîndar bûne.

Her wiha hat zanîn, ew tax û deverên Celewlayê yên ketibûn destê pêşmergeyan dîsa ketin destê DAIŞê.

Ti agahiyek li ser kuştiyên DAIŞê nehatiye ragihandin.

Rudaw
Top