• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya biqanûnîkirina pêvajoya aşitiyê dike

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya biqanûnîkirina pêvajoya aşitiyê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo qanûna jimara 6551 a parlamentoya Tirkiyeyê a ji bona pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê û ji bo pêngavên biwêr yên serokwezîrê Tirkiyeyê ji bona dawîanîn bi şer û pêkanîna aşitiyê û jiyaneke arama civakî nîşan da.

Ev li jêr teksta daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê:

Xebatên niha tên kirin û ew bizava ji bona pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd bi aşitî li Tirkiyeyê cîyê dilxweşiyê ne û em hêvîdar in ew xebat bibin sedemê ku, gelê Tirkiyeyê di hemû waran de zêdetir pêşde biçe.

Her di vê çarçoveyê de, qanûna jimare 6551 a parlamentoya Tirkiyeyê, a bi pêşniyar û piştevaniya Partiya Dad û Geşepêdanê a bi serokatiya birêz Receb Teyb Erdogan, ji bo pêkanîna aşitiyê û çaresrkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê pêngaveke din a gelek giring e, ji ber ku, wê qanûnê danûstandin û pêngavên çaresrî û aşitiyê xistin çarçoevyekî siyasî-qanûnî de.

Me çewa berê piştevaniya pêngavên biwêrên birêz Receb Teyb Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bona çareseriya bi aşitî dikir, em piştevaniyê li vê pêngava giring jî dikin û em hêvîdar in gelê Tirkiyeyê ji sedema wê qanûnê dinav civakeke aram û aşitî de bijî û derfetên zêdetir yên pêşketinê ji bo gelê Tirkiyeyê dabîn bike.
Top