• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji bo hilbijêrên welatiyên Tirkiyê yên li derve sibe roja dawiyê ye

Ji bo hilbijêrên welatiyên Tirkiyê yên li derve sibe roja dawiyê ye
Welatiyên Tirkiyê, yên ku li welatên din dijîn, divê li gorî saeta Tirkiyê sibe heta saet 17.00an roj û saeta dengdayîna xwe diyar bikin.

Di daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a Tirkiyê de hat ragihandin ku kesên bi sîstema randevûyê dengê xwe nedin, dê mecbûr bibin herin gumrukan.

Serlêdana randevûyan, di malpera YSKê de tên kirin.

Di gumrukan da dengdan dê di navbera 26ê Tîrmehê û 10ê Tebaxê de pêk tê.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo dengdana hilbijartina serokomariyê kesên ku li derveyî Tirkiyê dikarin li ser malpera YSKê “www.ysk.gov.tr”yê randevûyê bistînin.

Li gorî teqwîma hilbijartina serokomariyê ya YSKê, 2 milyon û 783 hezar û 660 hilbijêrên welatiyên Tirkiyê dê bikaribin li 54 welat û 103 nûnertiyan dengê xwe bidin.

Da ku hilbijêr bikaribin li welatê lê dijîn an jî li gumrukan dengê xwe bidin, divê nasnameya xwe ya hejmara hemwelatiyê li ser ya Komara Tirkiyeyê an jî pasaporta xwe li gel xwe bibin.

Rudaw
Top